Îlon 13, 2019 07:47 Asia/Tehran
  • Li Amedê teqîneke bihêz rû da: Kuştî û birîndar hene

Li Amedê di encama teqîna mayînekê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera navçeya Pasûrê ya Amedê û bajarê Mûşê de wesayîta gundiyan pêlî mayînê kir. Di encamê de 7 gundiyan canê xwe  ji dest dan û 13 gundî jî bi giranî birîndar bûn.

Walîtiya Amedê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku wesayîta gundiyan pêlî mayîna ku ji aliyê PKK ve hatiye danîn, kiriye ku di encama teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Li aliyê din malpereke nûçeyan a nêzikî PKKê belav kiriye ku di wê teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dane ku polis, leşker û cerdevan bûne.

Serokê Konfederasyona Gundparêzan (Cerdevanan) Ziya Sozen jî li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku di wê teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne û diyar kiriye ku di nav kesên candayî de, cerdevan jî hebûne.