Berdevkê HDP'ê: Hemî şaredar û siyasetvanên ku mîna Erdogan nafkirin, dikevin ber gefan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308041-berdevkê_hdp'ê_hemî_şaredar_û_siyasetvanên_ku_mîna_erdogan_nafkirin_dikevin_ber_gefan
Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) li axiftinekê bal kişand ser dewama nerazîbûnên medenî û siyasî himberî wêdebirina Şareadrên Kurd diyar kir: Hemî şaredar û siyasetvanên ku mîna Erdogîn nafkirin, ketine ber gefan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2019 14:25 Asia/Tehran
  • Berdevkê HDP'ê: Hemî şaredar û siyasetvanên ku mîna Erdogan nafkirin, dikevin ber gefan

Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) li axiftinekê bal kişand ser dewama nerazîbûnên medenî û siyasî himberî wêdebirina Şareadrên Kurd diyar kir: Hemî şaredar û siyasetvanên ku mîna Erdogîn nafkirin, ketine ber gefan.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Gonay Gobîlay, berdevkê partiya Demokratîka Gelna( HDP) bal kişand  ser dewama nerazîbûnên medenî û siyasî bo wêdebirina şaredarên kurd  ên Amed- Mêrdînê- Wanê û kişkirina  qeyûman dewsa wan  û diyar kir : Heta standina  şaredariyên xwe emê berxwedana  xwe ya qanûnî û demokratîk bidomînin. Wêdebirina  şaredarên kurd pêvajoyeke gelek stratejîk e.

 Pêvajoya ku îqtidara siyasî hewl dide ku kivşkirina qeyûman bo şareadriyan Rejîma îqtidarxwaziya xwe xurt bike, pêvajoyek e ku ji HDP jî derbas bibe.

Hemî siyasetvan û şaredarên ku mîna Receb Teyib Erdogan nafkirin, dikevin ber gefan. Me ev yeka heta piştî hilbiajrtinên 31 Adarê bi siyaseta ku li Stembolê wan girtin ber xwe, me ceriband.

Berdevkê HDP di dewamê de diyar kir: Li konseya navendî ya partiya ku li 10 Îlonê emê pêk bînin, mijara  lêkolînê, dê wêdebirina  şaredarên kurd û pêkanîna  hevalbendiya demokratîk be.

Hevserokên partiyê  ser navê  vê hevalbendiyê dê hevdîtinên siyasî pêk bînin. Ev pêvajoya dê bi tenê bi nerazîbûnên li kolan  û çarsiyan û nerazîbûnên  medenî sînordra nebe. Emê vê meselê derxînin asta navneteweyî. Em hewl didin raya giştî li asta navneteweyî bixin tevgerê.

Em hewl didin bi rayedarên  parlemana  Ewrûpayê, Konseya  Ewrûpayê û komîyona  Ewrûpayê re hevdîtinê pêk bîninEmê hevgav bi  rêxistinên  qanûnî yên demokratîk jî hevdîtinê pêk bînin.