Ehmed Turk: Erdogan dijberê bijartina min ji aliyê dengderan ve bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308038-ehmed_turk_erdogan_dijberê_bijartina_min_ji_aliyê_dengderan_ve_bû
Şaredarê berê yê Mêrdînê ku ser fermana hikûmeta Tirkîyê di rojên derbasbûyî de ji posta xwe hat wêdebirin, got ku bona avakirina civakeka çend-dengî (ploral) û xurtkirina demokrasiyê li Tirkiyê dê hîn cidîtir bixebite.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2019 12:59 Asia/Tehran
  • Ehmed Turk: Erdogan dijberê bijartina min ji aliyê dengderan ve bû

Şaredarê berê yê Mêrdînê ku ser fermana hikûmeta Tirkîyê di rojên derbasbûyî de ji posta xwe hat wêdebirin, got ku bona avakirina civakeka çend-dengî (ploral) û xurtkirina demokrasiyê li Tirkiyê dê hîn cidîtir bixebite.

Ehmed Turk, siyasetvanê Kurd ê Tirkiyeyî li nivîsara xwe li rojnama  Waşengton Postê nivîsî: Niha ku ez wek bijartiyê xelkê ser posta xwe nemame, mîna berê ez dê bona berevaniya ji xwestekên gel bixebitim. Em bi xurtkirina "demokrasî" û "ploralîzmê" dikarin himberî wan kesan ku van du xalên Tirkiyê red dikin, disekinin.

Ehmed Turk li meqala xwe nivîsiye: Ez di 31`ê  Adara 2019`an de ji aliyê xelkê va wek Şaredarê bajarê Mêrdînê li Tirkiyê hatim bijartin. Ji bo min û gelek ji hevkarên min li nav Partiya Demokratîka Gelan( HDP) ev hilbijartin, ne hilbijartineka normal bû belkî em li dû istandina van postan bûn ku bi zordarî ji me hatibûn istandin.

Bo cara yekê ez di sala 2014`an de wek Şaredarê Mêrdînê hatim bijartin. Lê tenê du sal ji pênc salên xizmeta min derbas bibûn ku Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, dest bi serkutkirina siyasetevanên Kurd û civaka sivîl kir û nêzîkî 100  kes ji şaredarên HDP'ê wêde birin û qeyyûm û sergêrên dewletê danîn dewsa wan. Wer tê xûyanê ez û bi dehan hevkarên min ji ber tawanên terorîstî ketin zindanan lê ji xwe ji ber serketina li hilbijartineke demokratîk, bi danîna  kesên din bo jinavbirina viyan û îrada gel ketin tevgerê. Wan zimanê Kurdî ji jiyana rojane ya xelkê wêde birin.

Ehmed Turk di dewama meqala xwe de nivîsiye ku em li Tirkiyê mîna bi dehan hezar kes ji xelkê ku rastî hezaran buxtanan ji aliyê hikûmeta bi rêbertiya Erdogan ve hatine, tenha karê ku me kirîye dijberiya li hember siyasetên bêrehmane yên Erdogan bûye.