9 sal zindan jibo Seroka Rêxistina CHPê li Istenbûlê hat birrîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308028-9_sal_zindan_jibo_seroka_rêxistina_chpê_li_istenbûlê_hat_birrîn
Civîna sêyem a hilkolandina dosyeya Canan Keftançî Oxlû, Seroka Rêxistina CHPê li Istenbûlê bi dayîna biryara 9 sal û 8 mehan zindanê jibo wê bi dawî hat,.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2019 06:18 Asia/Tehran
  • 9 sal zindan jibo Seroka Rêxistina CHPê li Istenbûlê hat birrîn

Civîna sêyem a hilkolandina dosyeya Canan Keftançî Oxlû, Seroka Rêxistina CHPê li Istenbûlê bi dayîna biryara 9 sal û 8 mehan zindanê jibo wê bi dawî hat,.

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, Civîna sêyem a hilkolandina dosyeya Canan Keftançî Oxlû, Seroka Rêxistina CHPê li Istenbûlê derbarê peyamên twîterê yên vê siyasetvana Tirkiyê di navbera salên 2012-2017 da li halekî hat lidarxistin ku dadwerê dosyeyê, bi tawanên "Bêrêziya li serokomarê Tirkiyê", "Bêrêziya li Komara Tirkiyê", "Handana gel bi dijminatî û kînajotinê" û "Propagandaya komên têrorîst" 9 sal û 8 meh zindan li wê birrî.

Li pey dayîna vê biryara bi gengeşe, Ekrem Îmamoxlû, şaredarê bajarê mezin ê Istenbûlê di axaftinekê da tevî amajeya bi vê biryarê got: Hewcetî bi çêkirina ducemseriyê navbera welatiyan ji riya dadweriyê da nîne. Biryar nerihetker û azirîner e. Canan Ketfançî Oxlû, Seroka Rêxistina partiya damezirînera Komara Tirkiyê ye. Ez bawer im ev bêqanûnî dê ji riya dadgehan va were çareserkirin. Emê heta dawiyê pişta Keftançiyê bigirin.