Girtina neraziyên wêdebirina şaredarên kurd li Enqerê
Çalakvanên siyasî- sivîl ên Tirkiyê bona protestokirina wêdebirina şaredarên kurd ên Amed- Mêrdîn- Wan li cada Sakaryayê ya Enqerê dest bi xwenîşandana li kolan û çarsiyan kirin ku ev kiryara rastî berteka tund a hêzên polîs û girtina bi dehan kesan hat.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, çalakvanên sivîl û siyasî yên Tirkiyê bona protestokirina jikardûrxistina şaredarên kurd ên Amed, Mêrdînê û Wanê û danîna qeyûman dewsa wan li cada Sakaryaya Enqerê dest bi xwenîşandanê kirin ku ev kiryara rastî berteka tund a polîsê Enqerê hat.
Partiya Demokratîka Gelan(HDP) li daxûyaniyekê bal kişand ser vê kiryara polîsê Tirkiyê û li bara girtina zêde ji 10 kesan ji aliyê hêzên polîsê Enqerê li van nerazîbûnan agahî daye.
Nerazîbûnên duh ên li bara sê şaredariyên kurd li bajarên Îzmîr û Lîceyê ya Amedê rastî şîdetê hatin.
Li xwenîaşndana nerazîbûnê ya li bara wêdebirina sê şaredarên kurd ku li bajarê Îzmîrê hatibû lidarxistinê, hêzên polîs bi şîdet û rayedarên partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dan ber kutan.
Tê gotin polîsê li vê mudaxilê, bêvêla yek ji rêveberên parzêgehan ên HDP şikand û du kes ji rayedarên vê partiyê girtin.
Li xwenîşandaneke din ku li bajarê Lîceyê ya parêzêgeha Amedê hatibû lidarxistin, heft kes ji wan şaredarê vî bajarî hatin desteserkirin.