Li Dêrsimê hemû cure çalakî hatin qedexekirin
Li bajarê Dêrsimê, bo heyama mehekê hemu cure çalakî hatin qedexekirin.
Walîtiya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîsî diyar kir ku li wî bajarê Kurdnişîn yê başûrê rojhilatê Tirkiyê, bo heyama mehekê hemû cure çalakî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya hanê de hatiye ragihandin ku li hemberî biryara dûrxistina şaredarên Amed, Mêrsîn û Amedê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve dibe li bajar çalakî bên encamdan û ji ber vê yekê biryara qedexekirina her civîn û nerizamendî û xwenîşandanekê hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniya walîtiya Dêrsimê, li seranserê vî bajarî, encamdana xwepêşandan û hemû cure çalakiyên din bo 30 rojan qedexe ne.
Li bajarên Kurdistana Tirkiyê, ev heyameke dirêj e, ji ber encamdana operasyonên li dijî PKKê, hikûmeta Tirkiyê, qedexeyên derketina derve radigihîne û herwiha ji aliyê walîtiyan ve biryarên qedexekirina hemû cure çalakiyan tên dayîn.