Hevserokên HDPê: Dadweriya ku dereng cih were ne dadwerî ye
Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ragihandin: Me ji dozgeriya Tirkiyê re peyam şand ku dadweriya ku dereng cih were ne dadwerî ye.
Li gor Kurdpressê, hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hikmê azadiya hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji zîndanê ji dozgeriya giştî ya Tirkiyê re peyamek şandin û jê re diyar kirin ku dadweriya ku dereng cih were ne dadwerî ye û nerizamendiya dozgerê Tirkiyê derheq azadiya Demîrtaş û kişandina wî bo Dadgeha Bilind bi tenê ji bo derbaskirina demê ye.
Li vê daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku li civîna hilkolandina dosiya Demîrtaş ku li gor wê ew xistibûn zîndanê, dadgehê bi piraniya dengan hikmê azadiya wî dabû, lê belê dozgerê Tirkiyê ev dosiya ji dadgeha bilind re şandibû .
Hevserokên HDPê diyar kirin li gor hikmê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê diyabû ku çend mehên berê Demîrtaş bihata berdanê, lê eva nêzîkî sê salan e ku ew wek dîlekî bi awayekî neqanûnî di zîndanê de ye.
Tuhmetbariya li dijî hevserokê berê yê HDPê eva bû ku wî rêxistinên terorîstî birêve birine û ser xêra terorîsmê propaganda kiriye û ji bo cinayetê jî hin kes rakirine. Ji ber van tuhmetbariyên bê belge Demîrtaş ji Mijdara 2016 di zîndanê de ye . Heke vî siyasetmedar û rêberê kurd ji ber van tuhmetbariyan were mehkûmkirin wê 142 sal zîndan jê re bibirin.