Adar 05, 2019 19:01 Asia/Tehran
  • Dadgeha Tirkiyê tiwittek ku lîstika Erdogan ji bo destwerdana Sûriyê eşkere dike, qedexe kir

Dadgeheke Tirkiyê twittek ku lîstikeke serokê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan û hindek berpirsên Tirkiyê derbarê destwerdana leşkerî li Sûriyê eşkere dike, qedexe kir

Dadgeheke Tirkiyê li Enqerê twittek ku li ser malpera Nordic Monitor li ser Twitterê hat belavkirin û tê de lîstika ji aliyê serokê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan ve derbarê Sûriyê de eşkere dibe, qedexe kir.

Malpera Nordic Monitor a Siwêdî got di tiwitta hatiye qedexkirin de, detayên dengekî qeydkirî yê berpirsên mezin ên Tirkiyê heye, di qeyda deng de komploya destwerdana leşkerî a Sûriyê tê gotûbêjkirin.

Çavkaniyê diyar kir ku biryara qedexekirina tiwittê ji aliyê dadwer Elî Killis ve roja 31`ê Çileya 2019`an li dadgeha Enqerê hate standin. Biyar jî bi hinceta ``ewlehiya netewî`` haitye standin.

Tiwitt`a  ku behsa wê tê kirin bi sernavê "Dadgeha Tirkiyê rastiya tomara dengên derbarê komploya istixbarata Tirkiyê li Sûriyê de, teqez dike".

Mijara Tiwitt`ê ew e ku dadgeha Tirkiyê tekez kiriye ku ew dengên hatine weşandin rast in. di tomara dengan de jî hin berpirsên mezin behsa desetwerdana Sûriyê dikin û dibêjin ku ew dikarin ji bo destwerdanê hinceteke sexte bi rêya istixbaratê pêk bînin.

Di tomara deng de wezîrê derve yê wê çaxê Ahmed Daudoglo, cîgirê wî Sinir Welioglo, cîgirê serokê artêşê û hin berpirsên din diaxivin.

Yek ji wan dibêje "eger pêwîst be, ez ê 4 kesan bişînim Sûriyê bila çend gullên hawanê ji aliyê Sûriyê ve bavêjin Tirkiyê.. bi vê yekê em ê şêr çêbikin