May 06, 2025 19:18 Asia/Tehran

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzê bi daxuyaniyekê ragihand ku nexweşxaneyên li Zîvala Xezzê ji ber girtina pêşiya gihandina sotemeniyê ji aliyê Rêjîma Îsraîlê ve ji bo rêkxistinên navnetewî û berdewamiya dorpêçê, wê di 48 saetên bê de hilweşin.

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê bi daxuyaniyekê hişyarî da li ser karesata nêzîk ku jiyana bi hezaran nexweş û birîndaran li Zîvala Xezzê dixe metirsiyê û ragihand ku li gorî Wezareta Tenduristiyê, ardûya mayî tenê têra du rojan dike û 48 saet maye ku nexweşxane di nav de yekîneyên lênihêrîna taybet, baxçeyên zarokan û odeyên niştergeriyê tam têk herin ku eva karesateka bêmînak a mirovî û tenduristiyê nîşan dide. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê bi daxuyaniyekê ragihand ku zarokên li Zîvala Xezzê yan di êrîşan de yan jî ji ber bedxwarinê û nebûna dermanan jiyana xwe ji dest didin. Merwan El Hems, serokê nexweşxaneyên meydanî yên Zîvala Xezzê, jî rewşa tenduristî û pizîşkî li vê navçeyê bikaresat da zanîn. Karzan û rêkxistinên mafên mirovan jî bi ravekirina hûrgilîyên pilana Rêjîma Siyonîst ji bo birêvebirina alîkariyên mirovî li Xezzê, li bara bikaranîna wekî darê destan a alîkariyan a vê rejîmê pêhişyarî dane.

Olga Çirêvko, xebatkara alîkarîgîhandinê ya Neteweyên Yekgirtî li Xezzeyê li bara metirsiya negihîştina alîkariyan ji bo gelê mexdûr got: Pilana ku Rejîma Siyonîst daye me berovajiyê prensîbên mirovdostane ye, ji ber ku ew mekanîzma heyî, gihandina alîkariyan ku niha di çarçoveya prensîbên mirovdostane de ne, di eslê xwe de radiwestîne. Ev yek prensîbên mirovdostane yên bêalîbûn, bêxerezbûn û serxwebûnê binpê dike û dibe ku hebûna xebatkarên alîkarîgîhandinê li derdora van navçeyên leşkerî jî bixe xeterê. Ev pêhişyarî di demekê de ne ku Zîvala Xezzê di bin dorpêçeke giran de ye û gihîştina rêxistinên alîkarîgîhandinê ji xelkê re, rastî astengiyên berfireh ji aliyê hêzên dagîrker ve tê.

Serepeyv