May 06, 2025 19:58 Asia/Tehran
  • Hevdîtina balyozê Îranê bi şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê

Mihemed Kazim Alê Sadiq, balyozê Îranê li Iraqê bi Qasim El Erecî, şêwirmendê ewlehiya netewî ya vî welatî re hevdîtin pêk anî.

Li hevdîtina Mihemed Kazim Alê Sadiq, bi Qasim El Erecî re peywendiyên dualî ji wan mijara hevhatinameya ewlehiyê ya di navbera Têhran û Bexdayê de hat hilkolandin û balyozê Îranê karên hikûmeta Iraqê li ser cihanîna vê hevhatinameyê erênî nirxand. Anegorî hevhatinameya ewlehiyê ya di navbera Bexda û Têhranê de, hikûmeta Iraqê soz daye çalakiya komên cidatîxwez li vî welatî bi taybet li Herêma Kurdistana Iraqê bide sekinandin û di eynî demê de pêgehên wan ên li ser sînoran vala bike, karek ku hikûmeta Iraqê hefteya buhurî ew cih anî û di daxuyaniyekî de hemû sazî erkdar kirin ku pêwîst e pêbendî vê hevhatinameyî bin û çalakiya wan koman li Iraqê bidin sekinandin.

Serepeyv