Cotmeh 30, 2016 14:22 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê dîsa medya kurdî li vî welatî tamul nekir û ajansên nnûçeyan girtin

Malperên ajansên nûçeyan ên DIHA û Jinha, malpera Yuksekova Haber û rojnama Azadiya Welat bi çend saziyên din ên çapemeniyê ve bi biryarnameyeke hikûmî (KHK) hat girtin.

Li gor ragihandina çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê ji Enqerê, Encûmena Wezîran a Tirkiyê duh du biryarnameyên nû bi hejmarên 675 û 676an weşandin ku li gorî wan Ajansa Jînha, Ajansa DIHA û rojnama Azadiya Welat a kurdî girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saziyên hatine girtin wiha ne: Dicle Haber Ajansı (DIHA), Jin Haber Ajansı (Jinha), Azadiya Welat, Yuksekova Haber, rojnameya Batman Çagdaş, Cizre Postasi, Idil Haber, Güney Expres, Prestij Haber, rojnama Urfanatik, Kiziltepe’nin Sesi, kovara Tiroj, kovara Evrensel Kultur, kovara Ozgurluk Duyası, rojnameya Ozgur Gundem.

Hêjaye berî vê yekê jî dewleta tirk bi dehan televîziyon û malper û rojnamên kurdî li Tirkiyê de dan girêdane û gelek ji kedkar û berpirsên wan jî xistin hewsê.