Îlon 28, 2015 17:54 Asia/Tehran
  • Êrişa ser Konsûlxana Tirkiyê li Misrateya Lîbiyê

çekdarên nenas li Misrateya Lîbiyê êrişî ser Konsûlxaneya Tirkiyê kirin.

Li gor rapora ajansa El-Şerqul-Ewset ya Misrê, Bingehekî ewlehiyê li Lîbiyê îro duşemê ragihand ku çekdarên nenas li Misrateyê li bakûra rojavaya Lîbiyê êrişî ser Konsûlxaneya Tirkiyê kirin .
Vê bingehê ragihandiye ku tu kes li vê êrişê nehatiye kuştin.
Gor vê raporê hatiye ragihandin ku Konsûlxana Tirkiyê li Misratê hatiye girêdan û lêkolîn li ser vê rodavêji aliyê hêzên ewlehiya Lîbiyê berdewame.
Eva mideheke ku aloziyên nav Lîbiyê jî zêdetir bûne û grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê li vî welatî cinayetan dike û artêşa Lîbiyê li hemberî terorîstan radiweste .
Ji çaxê hilweşyana hikûmeta Memer Qezafî dîktatorê berê yê Lîbiyê rewşa vî welatî hema aloze.