Tîrmeh 24, 2025 18:38 Asia/Tehran

Bi dû tundbûna qeyrana mirovî ya bêmînak li Zîvala Xezzeyê, civaka cîhanî derheq karesata mirovî û xelaya berfire li Xezzeyê hişyarî da û ji rejîma dagirker xwest ku rê bide alîkarîyên mirovdostane demlidest derbasî Xezzeyê bnê kirin.

Jan Noel Baro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ragihand ku Xezze di nav birsîbûn û wêranîyeke giran da ye û xetera ji dest dayîna derfeta avakirina welatê Filistînê ji her demekê zêdetir bûye.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê jî êrişên Rejîma Sîyonîst ser personel û navendên Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê û karwanên Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê şermezar kir û ragihand ku ev kar nayên qebûlkirin û qirrkirina filistînîyên ku bi dû av û xwarekê ne û pirranî zarok in, şermezar kir.

Kaspar Woldkamp Wezîrê Karên Derve yê Holendê jî derheq xetera di dema nêz da ya xelayê li Xezzeyê hişyarî da û ji rejîma dagirker xwest ku sozên mirovî ji wan rêkevtinameyên tev YEyê pêk bîne û rê bide derbaskirina alîkarîyan.

YEyê û Japonê jî di daxûyanîyeke hevpar da pêgirî ser pêkanîna demlidest û dayimî li Xezzeyê kirin û bi tundî rewşa giran a li rexê rojavaya çemê Urdinê şermezar kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê berî vîya di daxûyanîyekê da ji civaka navdewletî, welatên cîhanê, rêxistinên navdewletî û mafên merivan û dezgehên sîyasî xwest ku bi çavdêrîya rasterast û rastî rêyên ewleh û dayimî ji bo veguhestina xwarek û dermîn bo Zîvala Xezzeyê vekin û rê li ber astengîderxistina rejîma dagirker bigirin.

UNRWAyê jî ji civaka cîhanî xwest ku derbasgehên Xezzeyê veke û dorpêça ser Xezzeyê bi dawî bîne ta ku ev dezgeha bikaribe erka xwe ya alîkarîya bo hewcedaran ji wan milyonek zarokî pêk bîne. 

Serepeyv