Tîrmeh 24, 2025 17:38 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna ji birsîya ya 115 kesî li Xezzeyê

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku 115 kes jibirsîya li vê herêmê şehîd bûn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Filistîn Al Yewmê, di 145 rojên buhurî da hemî derbasgehên Zîvala Xezzeyê daxistî bûne û heta rê li ber derbaskirina şîrê hişk ê zarokan bo vê herêmê hatîye girtin, lewma xela û birsîbûn li hemî navçeyên Zîvala Xezzeyê rabûye asta herî bilind. 

Li nexweşxaneyên Zîvala Xezzeyê navê zêde ji 115 kesî ku ji birsîya şehîd bûne, hatîye tomarkirin, kesên ku ji ber kêmbûna berfire ya xwarek, av û dermîn canê xwe ji dest dane.

Zêde ji 100 rêxistinên mafên merivan û hawargiheştinê yên navdewletî derbara qeyrana birsîbûnê li Zîvala Xezzeyê da hişyarî dan û ji dewletên cîhanê xwestin ku ji bo sekinandina vê karesata mirovî, pêngavên demlidest û kêrhatî rakin. 

Serepeyv