Îlon 28, 2015 13:54 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Pêwîst e ku komîteye rastîşopî ji bo vekolandina karesata Minayê were damezirandin

Serokê meclisa şêwraya islamî ya Îranê ragiahnd ku pêwîst e komîteyek li bara peydakirina rastiyan ji aliyê rêxistina hevkariyên islamî û yekîtiya parlemanên welatên vê rêxistinê bi armanca kivşkirina egerên karesata Minayê were damezirandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA, serokê meclisa şêwraya islamî ya Îranê, Elî Larîcanî li peyamekê xitabî serokên parlemanên welatên islamî, qewimîna karesata diltezîn û mirinbar a Minayê û mirina komeke zêde ji misilmanên cîhanê ji wan ra sersaxî got.
Larîcanî li vê peyama xwe aniye ku karesata diltezîn û mirinbar a Minayê ku di encamê da gelek ji bawermendên mêvanê mala Xwedayê dilovan ji welatên cûrbicûr jiyana xw eji dest dan yan birîndar bûn her wiha bûyera ketina wînçê li ser mescêdulheramê ku pêleke xem û keserê li cîhana islamê çê kir, cejna misilmanan kir şîn û ev li ahlekî ye ku Xwedê Mekke wek erdê xwe yê ewleh daye zanîn.
Li vê peyamê hatiye ragihandin ku bê şik û guman berpirsiyariya vê xema mezin û bûyerên din ku li merasima hecîtiyê qewimîn li ustiyê dewleta paşatiya Erebistannê ye û berpirsên vî welatî divê ku dûr ji her cûre buxtan û devûjeniyê bersiva raya giştî û xelkê keserkûr ê cîhana islamê bidin.
Larîcanî got: Meclisa şêwraya islamî ya Îranê tevî dayîna sersaxiya bo misilmanên cîhanê û diyarkirina hevderdiya xwe ligel malbatên goriyan, ji parlemanên welatên islamî dixwaze ku li gorî mezinahiya karesata navbirî û bûyerê wek wê di salên buhurî da di dema birêxistina merasima hecîtiyê, her wiha bi armanca dubarenebûna van cûre bûyerê doltezîn û mirinbar di salên pêşeriojê da û bi mebesta birêxistina minasib û hêja ya vê kombûna mezin a salane, tevdîrekê pêk bînin.
Di roja opêncşemiya buhurî, 24`ê îlona 2015`an bi sedan kes ji heciyan ji ber kombûna zêde di dema birêxistina merasima ``Remiyê Cemerat`` anku ``Avêtina kêvir li sembola şeytên`` li çola Minayê jiyana xwe ji dest dan.
Li ser esasa amarên belavbûyî yên herî dawî, heta niha zêdetir ji 2000 kesann li karesata Minayê jiyana xwe ji dest dane.