Dijwarbûna pevçûnên di navbera hêzên PKK'ê û arêtşa Tirkiyê da
Îlon 28, 2015 13:36 Asia/Tehran
Bextiyar Dogan berdevkê baska leşkerî ya Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ragihand ku 75 serbaz û polîsên Tirkiyê di encama operasyonên vê dawiyê yên vê partiyê da hatine kuştinê. Li gorî rapora IRIB News'ê, Bextiyar Dogan berdevkê çiqa serbazî ya PKK'ê ragihand k udi encama operasyona duh 27 Îlonê ya hêzên PKK'ê li devera sînorî ya Şirnexê dijî pêgehên artêş û polîsên Tirkiyê da, 75 serbazên vî welatî hatin kuştinê.
Wî her wiha got: Di encama vê operasyonê da hêzên PKK'ê gellek sîleh û rextên serbaz û polîsên Tirkiyê xistine destê xwe.Di vî warî serokerkantiya artêşa Tirkiyê jî ragihand ku balafirên cengê yên hêza hewayî ya vî welatî 13 pêgehên PKK'ê li deverên Gare û Metyîna li bakûra Iraqê kirine armanca êrişên xwe.
Li gorî vê daxûyaniyê, hêzên ewlehiya Tirkiyê jî di encama operasyona li wilayeta Bîngolê li rojhilata vî welatî da 2 veşartgehên hêzên PKK'ê xistin bin kontrola xwe.
Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê jî bal kişande ser pevçûnên di navbera hêzên artêş û polîsên vî welatî û hêzên pKK'ê da û got: Armanca têrorîsmê birêxistina şerê navxweyî li Tirkiyê ye. Li gorî rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, Nuiman Kortukmûş li axivtinekê li wilayeta Çanakkaleyê bal kişande ser viya ku kurd û tirk zêde ji 1100 salî ne ku li Tirkiyê rex hev jiyane û got: Armanca têrorîsmê, eva ye ku bi saya şerê navxweyî di navbera kurdan û tirkan da, Tirkiyê jî bixe halê Sûriye, Ukray an Misrê.
Wî her wisan bal kişande ser dewra nû ya pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û milîtanên PKK'ê ku eva 2 meh in destpê bûne ûgot: Çend saziyên têrorîst bi awayekî hevgav operasyonên xwe li nav welêt destpê kirine ku ev yeka balkêş e.
Di vî warî da serokê partiya serekeye ya muxalifeta Tirkiyê, li ser pêwîstiya dewama êrişên artêşa vî welatî dijî PKK'ê sekinî. Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA'yê, Kemal Kiliçdaroglu serokê Partiya Komaraxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) PKK saziyeke têrorîst bi nav kir û destnîşan kir ku meseleya kurdên Tirkiyê ji meseleya têkoşîna delweta Enqerê li hemberî çekdarên PKK'ê cuda ye, lê li vî haî de wî ti pêşniyar û riyek ji bo çareseriya pirsa kurd neda diyar kuirin.
Kiliçdaroglu her wiha bal kişande ser zêdebûna hejmara penaberên sûrî li axa Tirkiyê û got: Di encama siyasetên çewt ên partiya serdest a AKP'ê li bara Sûriyê da, Tirkiye bi pirsgirêka 2.5 milyon penaberên sûrî ra rûbirû ye. Lê dewleta Enqerê nikare bi tenêtî vî barê giran bikişîne.
Serokê CHP'ê her wisa rêvebirên AKP'ê bi Nezaniyê tawanbar kirin û got: Mesela Sûriyê tenê ya vî welatî nîne û siyasetên şaş li hemberî qeyrana vî welatî bûne sedema sekinîna Tirkiyê li hemberî welatên navçê ji wan Rûsyayê.
Hejî gotinê ye ku bi dû teqîna têrorîstî ya Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştinê û zêde ji 100 kesan jî birîndar bûn, careka din di navbera hêzên PKK'ê û artêşa Tirkiyê da şer û pevçûn derketin û Tirkiyê pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê piştî 2 salan dan ber bombeyan û bi dû vê yekê PKK'ê jî ragihand ku êdî tu weteya agirbesa di navbera her du aliyan da nemaye.
Heyama du mehên pevçûnên di navbera hêzên ewlehî û polîsên Tirkiyê û hêzên PKK'ê da zêde ji 100 hêzên ewlehî û polîsên Tirkiyê û 1100 hêzên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane.