Îlon 28, 2015 10:36 Asia/Tehran
  • Sefîrê berê yê Amerîkayê li Tirkiyê: PKK komek têrorîst e, PYD tu dijminatiyek bi Tirkiyê ra tune

Amerîkayê partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) bi awayekî zelal û vebir komek têrorîst da zanîn û divê ev rastiya jî bê dîtin ku Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) dijberiya dewleta Tirkiyê nake.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê, Haber 7'yê, Fransîs Rîkardonê, sefîrê berê yê Amerîkayê li Tirkiyê li Enqerê got: Amerîkayê PKK bi awayekî zelal û vebirr komek têrorîst da zanîn û hertim ev meseleya bi aşkerayî ragihandiye. Amerîka li têkoşîna Tirkiyê ya li hemberî koma têrorîst a PKK'ê, li rex vî welatî sekiniye.
Wî li dewama qisekirina xwe pêgîrî kir ku divê bê qebûlkirin ku PYD'ê û kurdên Sûriyê têkiliyekî xwezayî û asayî bi PKK'ê ra hene. Receb Teyîb Erdogan serokomar û Xulûsî Akar fermandarê hêzên çekdar ên Tirkiyê mafê wan e ku di vî warî da Amerîkayê rexne bikin, lê divê ev rastiya jî bê dîtinê ku PYD li dijî dewleta Tirkiyê nîne. Vê partiyê hertim ragihandiye ku siyasetên hişk li hemberî dewleta Tirkiyê nemeşandine û bi tu awayî bi Tirkiyê ra derbasî şêrr nabe. Heke PKK'ê jî bikariya ev siyaseta PYD'ê li hemberî Tirkiyê bimeşanda roja îro di lîsteya komên têrorîst a Amerîkayê da cih nedigirt. Hêzên YPG'ê û an her komek a din a kurdan heta dema ku li hemberî DAIŞ'ê têbikoşe, Amerîka li rex wan e. Ez fikir dikim dewleta Tirkiyê jî dê zû an dereng vê yekê qebûl bike. Tirkiye li dijî pêkhatina dewletekî serbixwe ya kursan li bakûra Sûriyê ye û ku em jî di vî warî da hevdengê Tirkiyê ne.