Îlon 28, 2015 10:36 Asia/Tehran
  • Ji ber avêtina topên hawanê li ser navçeyeke xelktêda li Diyarbekirê kesek hat kuştin

Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters`ê, çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê ragiahndin ku ji ber avêtina topên hawanê li ser taxeke xelktêda li Diyarbekira Tirkiyê her wiha pênc kes birîndar bûn.

Ev rapora radigihîne ku kes aku hatiye kuştin keşeke 9 salî ye û birîndar jî gişt welatiyên sivîl in.
Hatitye ragihandin ku endamên Partiya karkerên Kurdistanê, PKK, li Tirkiyê bi armanca êrîşa li ser pasgeheke bajarê Diyarbekirê li başûrê rojhilata Tirkiyê topên hawanê avêtine ku bi şaştî li avahiyeke xelktêda yê sêqatî ketiye.
Parêzgeha Diyarbekirê ji tîrmeha 2015`an da bûye qada pevçûnên di navbera mîlîtanên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK û artêşa Tirkiyê û li pey gotinên Erdoxên li dijî partiyên alîgirê kurdan ji wan Partiya Dêmokratîk a Gelan, HDP, êrîşên li başûr û başûrê rojhilata Tirkiyê gurr bûne.