Kuştina 4 sivîlan li Şirnexa Tirkiyê
Îlon 28, 2015 08:57 Asia/Tehran
Di encama pevçûna di navbera serbazên Tirkiyê û hêzên PKK'ê li başûra rojhilata vî welatî da, 4 sivîl hatin kuştin.
Li gorî rapora malpera World Bultenê, rayedarên ewlehiya Tirkiyê ragihandin ku hejmareke sivîl ku li ciyê pevçûna di navbera serbazên vî welatî û endamên PKK'ê li bajarê Şirnexê bûn, nekarîn ji ciyê şêrr birevin û 4 kes ji wan ketin ber gullan[ jiyana xwe ji dest dan.rayedarên ewlehiya Tirkiyê bal kişandine ser birîndarbûna 3 sivîlên din li bajarê Şirnexê û gotin ku yek ji kuştiyan şofêrê maşîna koma hawargihandinê bû.
Çavkaniyên nûçan li Tirkiyê duh ragihandin ku bînbaşiyekî artêşa vî welatî li şerê li hemberî endamên PKK'ê li wilayeta Dêrsimê li başûra rojhilata vî welatî hatiye kuştin.
Bi dû teqîna têrorîstî ya Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştinê û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, di navbera artêşa Tirkiyê û endamên PKK'ê da şerr derket û PKK'ê jî ragihand ku êdî tu wateya agirbesê nemaye.
Bi dû destpêbûna dubare ya şêrr di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKK'ê da mideha 2 mehên buhurî da zêde ji 100 hêzên serbazî yên artêşa Tirkiyê hatine kuştinê.