Demirtaş: Bila dewleta Tirkiyê û PKK'ê dawî li pevçûnan bînin
Îlon 28, 2015 08:51 Asia/Tehran
Hevserokê Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) ji Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirkiyê xwest ku dawî li pevçûn û gêreyan bînin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê, Selahedîn Demirtaş li gotûbêja tev ajansa nûçan a Doyçwêlê (Deutsche Welle) ya Almaniya careka din ji PKK'ê û delweta Tirkiyê xwest ku bizvirin ser maseya muzakirê û hewldana xwe bo pêkanîna aştiyê li vî welatî destpê bikin.Wî ji Almaniya jî xwest ku tevlî vê meseleyê bibe û li çareserkirina mesela kurdên Tirkiyê rolê bilîze.
Demirtaş got: Me pêwîstî bi piştgiriya dewleta Almaniya bo safîkirina mesela kurdên Tirkiyê heye.
Hevserokê HDP'ê her wiha hişyarî da ku heke gêreya di navbera kurdan û dewleta Tirkiyê da gurr bibe, pêleke nû ya koçberiya ber bi Ewropayê dê destpê bibe û Almaniya dikare û divê roleke girîngtir ji berê bilîze.
Selahedîn Demirtaş ji bo bidestxistina dengê kurdên Almaniya li hilbijartinên pêşwext ên 1 Mijdarê serdana vî welatî kiriye.