Îlon 27, 2015 21:28 Asia/Tehran
  • Tirkîyê dîsa agir berda erdê û daristanên kurdan

Ji mêj ve û piştî hilbijartina 7 Heziranê dewletê Tirk pir tişt anîn serê gelê kurd. Yek ji wan jî ew e ku dewlet agir berdide daristanên sînoran.

Li gorî zanyariyên ku Sputnîkê weşandine, Îro leşkeran agir berdan herêma sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê. Di encamê de zêd ji 80 hektaran daristan hate şewitandin.
Leşkeran li ser sînorê di navbera Efrîn û Kurdistana Tirkiyê agir bi erdên aliyê Efrînê yên li nêzî sînor xistin.
Agir 80 hektar erdên gundê Mersawî yê navçeya Şera ya Efrînê ku di navbera navçeyên Şera û Bilbilê de hate şewitandin.
Welatiyên herêmê berê xwe dan cihê agir û dest bi vemirandina agir kirin.
Hikûmeta AKP'ê û Erdogan serokkomarê Tirkiyê bi her şêwazekê hewldane dijminatiya xwe derheq kurdan nîşan bidin ji wan re kurdên Tirkiye an Sûriyê û yên din ti ferq û tefutekê nake.