Pêgîriya Qilîçdaroglu ser dewama operasiyona artêşa Tirkiyê dijî PKK
Îlon 27, 2015 21:05 Asia/Tehran
Serokê partiya sereke ya dijberê dewleta Tirkiyê ser dewama êrişên artêşa vî welatî dijî PKK pêgîrî kir.
Li gor rapora IRNA'yê, Kemal Qilîçdaroglu serokê partiya Komarîxwaz a gel(CHP) blî viya ku PKK wekî grûpekî terorîstî bi nav kir ser dewama êrişên artêşa vî welatî dijî PKK sekinî û ragihand ku mesela çareserkirina pirsgirêka kurdan li nav Tirkiyê cuda ji mesela PKK'ê ye.Kemal Qilîçdaroglu bal kişande ser zêdebûna hejmara penaberên Sûriyê li nav axa Tirkiyê û got: Ji ber siyasetên nedirust ên AKP li hemberî Sûriyê roja îro em şahid in ku du milyon û nîv ji xelkê Sûriyê li nav Tirkiyê bûne penaber ku Tirkiye mudehekî dirêj nikare vê yekê tamil bike û pêwîst e rêçareyek bona mesela penaberan li nav axa Tirkiyê were berçavgirtinê.
Rêberê partiya sereke ya neyarê dewleta Tirkiyê bal kişande ser bê siyasetiya partiya serdest a AKP li nav Tirkiyê û got: Ji ber siyasetên xelet ên dewleta Enqerê li nav Sûriyê roja îro dijjminên Tirkiyê li cîhanê zêde bûne û Tirkiye û Rûsiya jî ketine hemberî hevdu.