Tekîda Dawûdoglu ser serketina artêşa Tirkiyê hemberî PKK
Îlon 27, 2015 17:14 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê îdia dikeû ku operasiyona artêşa vî welatî dijî PKK serketî bûye.
Li gor rapora IRNA'yê, Ehmed Dawûdoglu Serokwezîrê Tirkiyê li rêûrisma îro yekşemê li ''navenda Tirken'' li Newyorkê bal kişande êrişên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK li sê mehên bihurî û got: Pişta wan gefên terorîstî dijî Tirkiyê hatiye işkandin.Serokwezîrê Tirkiyê bal kişande ser operasiyonên dervesînorî yên artêşa Tirkiyê dijî pêgehên PKK li nav axa Iraqê û got: li van operasiyonan parek pir ji embarên çek û sîlahan, pêgehên PKK û ciyên ku endamên PKK xwe veşartibûn kavil bûn.
Serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku hedefa van êrişan dabînkirina ewlehiya gelê Tirkiyê li rojên hilbijartina pêşwext bûye, hilbijartinên ku pêwîst e li yekê Novambra birê keve.
Hejî gotinê ye ku ji destpêka şerê nû di navbera PKK û artêşa Tirkiyê bi sedan hêzên eskerî û ewlehiya Tiirkiyê û endamên PKK hatine kuştin.