Demirtaş: Erdoxan naxwaze ku şer û pevçûn werin rawestandin
Îlon 27, 2015 13:35 Asia/Tehran
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan, HDP, li Tikriyê got: Serokkomarê Tirkiyê naxwaze ku pevçûnên li vî welatî werin rawestanduin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Selaheddîn Demirtaş ku li Danîmarkê ye, piştî hevdîtina ligel wezîrê karên derve yê vî welatî li hevpeyivîna ligel nûçegihannan li bara pevçûnên mehên dawî li Tirkiyê got: Berbenda herî girîng li ser riya vegeriyana bo ser maseya gotûbêjê, helwêstên dijwar ên wan kesan e ku Tirkiyê bi rê va dibin.Selaheddîn Demirtaş got: Serokên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK, daxwaza me ji bo vegeriyana bo ser maseya gotûbêjan li gorî çavdêriya çavdêran hevdem ligel cihanîna agirbesê bersiva erênî dan.
Ji tîrmeha 2015`an û piştî destpêkirina pevçûnên çekdarî di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên PKK`ê bajarên cûrbicûr ên vî welatî bûne qada teqîn û êrîşên çekdariyê.