Erdoxên Tirkiye vegerandiye dewrana reş û tarîtiyê, dewrana bêbaweriya li hevdu û bêzarî û nefreta ji hevdu
Îlon 27, 2015 13:29 Asia/Tehran
Kovareke almanî dîtin û nêrîna serokkomarê Tirkiyê pêkanîna duberetiyê li vî welatî da zanîn ku pêvajoya ber bi pêş a Tirkiyê dide sekinandin.
Li gorî rapora Fars News`ê, kovara almanî ya Spiegel (Şpîgilê) bi raporekê nivîsî ku welatekî wek Tirkiyê bi vê lezgîniyê xwe xwe ber bi pêş de nexist û paşê jî xwe bi vê lezê neavêtiye nav metirsî û têkçûnê û venegerîn nav dewrana xwe ya reş û tarî. Vî welatî di destpêka da nûjenbûn û pêşketin dest pê kir û a niha şerê navxweyî dişopîne. Di rastiyê da a niha li Tirkiyê baweriya li hevdu têk çûye û nefret û bêzarî ji hevdu dewsa wê girtiye.Li vê raporê hatiye ragihandin ku ``Li vî welatî, Receb Teyib Erdoxan, serokkoamr e. Erdoxan xelkê welatê xwe wek `Xelkê xwe` bang dike. Gelek ji tirkan ji siyasetên wî piştgiriyê didin, lê mesele eva ye ku gelê Tirkiyê tenê tirk nînin û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) tenê ji sedî 40.9`ê dengan bi dest xistiye û piraniya kursiyan ji dest daye. Ya rast ev rewş bû sebeb ku Erdoxan bi nikare xewn û xeyala xwe ya pergala serokatiyê ku rê dida wî heta sala 2019`an li ser desthilatdariyê bimîne, bi cih bîne. Eva li halekî ye ku Partiya Dêmokratîk a Gelan, HDP, jî nîşan da ku partiya ku piştgirê kurdan e, li parlemanê pêşverû ye.``
Vê kovara almanî nivîsî: ``Erdoxên bi tenê li miraz û xewn û xeyal û desthilatdariya xwe difikire, ne tiştekî din û ji bo viya her karekî dike. Her ji vê yekê re wî nehêşt ku gotûbêjên ji bo damezirandina dewleta hevpeymaniyê bigihêje encamê ta ku hilbijartina pêşwext di roja 1`ê mijdara 2015`an were birêxiostin. Tenha tiştê ku Erdoxên razî dike ev e ku piraniya kursiyên parlemanê bibin yên AKP`ê, vêca ew her tiştî têxe ber xeter û metersiyê ta ku vê partiyê bifilitîne. Ev xetera heye ku Erdoxan bibe dîktatorekî zorbêj ku hem welatê xwe tûşî şerekî navxweyî tîne û hem jî destê xwe li pevçûnên derveyî welêt werdide.``
``Wî di destpêkê da dixwest ku Beşar Esedê serokkomarê Sûriyê ji ser hikûmetê bêxe. Piştra di demeke dirêj da koma têrorîstî ya DAIŞ`ê û çalakiyên wê nedîtin û ji wê grûpa terorîstî piştgirî dikir û a niha jî destdirêjiya ser kurdan dike. Di rastiyê da Erdoxan li halê damezirandina sînorên berê yên cengî ye ku bi vî awayî agirê bêzarî û hevdubawer nekirinê û neteweperestiyê gurr dike. Ew rojnamevan û rexnekerên xwe davêje zîndanê û çekdarên di bin fermana wî jî rasterast her kurdekî dikin armanca gulleyên xwe û dikujin.``
Erdoxên hîn bûye ku zêdexwaziyê bike û bilind bifirre. Ew dixwaze ku pirsa kurdan çareser bike û abora welatê xwe geş bike. Tevî ku welatê wî bibe welatekî pêşketî û zêdetir ber bi Ewropayê va here. Lê wer xuya dike ku li warî de hin serkevtinên xwe hebûne, lê niha ew her tiştî tevlî hev dike .