Îlon 26, 2015 17:01 Asia/Tehran
  • HDP`ê ji hewildana bi armanca guhertina ciyên dengwergirtinê rexne kir

Serokê koma parlemaniya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiyê got: Hewildana bi armanca guhertuina navçeyên dengwergirtinê bi idiaya nebûna ewlehî û asayîşê, komployeke hilbijartinî ji bo sextekariya di vî warî da ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan Anatoliyê, serokê koma parlemaniya HDP`ê, Idrîs Balûken li pey daxwaza ji bo guhertina ciyên dengwergirtinê ji hinek ji deverên rojhilat û bakûrê rojhiklata Tirkiyê bi deverên din, got: Ev mesela xebateke eşkere û ronî bi armanca sextekariya di warê hilbijartinê ye û xelk dê bersiva vî karî bidin.
Wî bi gotina vê yekê ku encumena bilind a çavdêriya li ser hilbijartina Tirkiyê di bin zext û zora siyasetvanan da ye, wisan pê da çû: Dema hilbijartina berwext jî cara yekem ji zimanê Erdoxên hat bihîstin û piştra encumena çavdêriya li ser hilbijartinê neçar ma ku roja ragihahndî ji aliyê wî va wek roja hilbijartina pêşwext ragihîne.
Wî got: Idiayên nebûna ewlehiyê ji bo dengwergirtinê û veguhestina sindoqên dengan bo deverên ewleh û aram hewilêdanek ji bo girtina rê li ber dengdana xelkê ye.
Di hefteyên dawî da û li pey gurrbûna şer û pevçûna di navbera hêzên dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê hin idia û angaşt li bara nebûna ewlehî û asayîşê li deverên ku tê da pevçûn diqewimin, derketinê holê.
Li pey derketina holê ya van idiayan, mijara veguhestina sindoqên dengan bo navçeyên qaşo ewleh û aram ji aliyê berpirsên cûrbicûr ên tirkiyê di astên cûrbicûr da hatiye ragihandin.