Îlon 26, 2015 16:35 Asia/Tehran
  • Pêgiriya cîgirê partiya serdest a Tirkiyê li ser rêbebiriya sist a Alê Siûd di warê birêxistina merasima hecîtiyê

Cîgirê Partiya serdest a Dad û Geşepana Tirkiyê (AKP), Mihemed Elî Şahîn bal kişand ser rêvebiriya lawaz û sist a Alê Siûd di warê birêxistina merasima hecîtiyê û xwest ku ev merasima ji aliyê Tirkiyê va were rêvebirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA, Şahîn karesata Minayê nirxand û ev daxwaza anî zimên. Wî got: Bobelata Minayê tiştek nîne ku em bikarin bi hêsanî jê red bibin û berçav negirin û em nikarin wê wek qedera Xwedê bizanin.
Şahîn her wiha got: Li çola Erefatê ku pir fireh e du miliyon ziyaretvan bi hêsanî dikarin bi saya rêvebirineke baş ibadeta xwe bi cih bînin û li bûyera Minayê jî tivdîrên pêwîst nehatibûn kirin.
Wî amaje bi vê yekê kir ku şûnewarên pîroz di nava axa Erebistanê da ne, lê girêdayî bi gişt misilmanan in û wisan pê da çû: Pêwîst e ku gişt welatên misilman bi armanca çareseriya pirsgirêkên ewlehiyê şûnewarên pîroz li hev bicivin û rêçareyekê peyda bikin.
Ji ber vê karestaê ku di encama rêbebiriya lawaz û sist a pergala desthilatdar li Erebistanê pêk hat, zêdetir ji 1200 kes ji ziyaretvanên mala Xwedê hatin kuştin û zêdetir ji 2000 kesî jî birîndar bûn û hejmareke zêde jî hema wisan windayî ne.