Îlon 26, 2015 08:44 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê di dehfika astengiyên siyasî û aborî da

Gurrbûna şerr û êrişên terorîstî li Tirkiyê bûye sebeba negîraniyên hundir û navneteweyî li bara pêşeroja siyasî, aborî û ewlehiyê yên vî welatî ku nêzîkî lidarxistina hilbijartina pêdemî jî dibe.

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel(CHP) piştî ku li Brûkselê bi rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê(YE) ra havdîtin kir qala negîraniya YE li bara ewlehiya hilbijartinê, azadiya dezgehên ragihandinê û kiryarên terorstî kkir.
Kemal Kiliçdaroxlû îşareyî şerrê PKK'ê û artêşa Tirkiyê kir û got: Gellek pirsgirêkên siyasî û aborî yên Tirkiyê yê bi jiçekkirina PKK'ê û çareseriya pirsa terorîsmê bên çareserkirin.
Komîteya Piçtevaniyê ji Rojnamevanan jî ji reftara Enqerê hemberî medyayaên rexnegirên dewletê rexne kir û got: Rayedarên dewleta Enqerê sa ku pirsên xwe yên siyasî û ewlehiyê dapoşînin, rojnamevanan bi sûcên terorîstî digirin û zîndanî dikin.
Nîna Ogînava, hevahengkara beşa Ewrûpa û Asyaya Navînê ya vê komîteyê jî ragihand: Serkutkirina medyayan ê bibe sebeb ku hewldanên Tirkiyê bo ketina nava YE bê encam bibe.
Ev di demekê da ye ku rayedarên dewleta Tirkiyê di çend hefteyên derbasbûyî da gel vexwendine sa ku hemberî wan grûpan bisekinin ku dijî ewlehî ş aramiya welêt in.
Serokweîzrê Tirkiyê jî li bajarê kurd ê Diyarbekirê ser pêwsîtiya yekîtiya qewmî û mezhebî sa têkoşîna hemberî terorîsmê û vegera aramî û ewlehiyê pêgirî kir.
Ehmed Davûdoxlû PKK tawanbar kir ku karên terorîsît dike û li gorî Enqerê nava endamên PKK'ê û kurdên vî welatî da cudayî heye û her du yek nînin.
Ev di demekê da ye ku bi gurrbûna aloziyên siyasî li Tirkiyê, aboriya vî welatî û bazara pere û dirêv nebaş bûye.
Lîreya tirk he,berî dolara Amerîkayê bêqîmet bûye û roja pêncşemiyê gihîşt asta xwe ya herî kêm.
Tevliheviya siyasî û aborî li Tirkiyê bi rewşa ewlehiyê ya vî welatî ra pêwendîdar e û bûye sebeb ku Receb Teyib Erdoxan, serokkomar, di siyaseta xwe ya derve da hinekî nerm bibe û bikeve liv û tevgerê.
Erdoxan di vekişiyana xwe ya ji helwesta xwe hemberî Sûriyê da bi eşkereyî ragihand ku gerek sa qeyrana Sûriyê bi Esed ra hevkarê bê kirin.
Erdoxan bi vê yekê şikesta siyaseta xwe hemberî Sûriyê pejirand ji ber pişta komên terorîstî yên dijî Şamê dike.