Îlon 26, 2015 08:26 Asia/Tehran
  • Erdoxan idiaya guherîna helwesta xwe hemberî Sûriyê red kir

Serokkomarê Tirkiyê piştî hevdîtina xwe ya tev Vladîmîr Pûtîn li roja îniyê li bajarê Moskoyê, guherîna helwesta xwe hemberî Sûriyê red kir.

Li gorî IRNAyê ji Enqerê, Receb Teyib Erdoxan, roja îniyê, nivîsên ku rojnameyên Tirkiyê ji ser zimanê wî nivîsîne wekî bi qesd û qerez da zanîn û got: Siyaseta Tirkiyê li bara Sûriyê heman in ku li serdema serokwezîrtiya min bû. Rojnameyên cûr bi cûr ên Tirkiyê nivîsîne ku Receb Teyib Erdoxan piştî vegera ji Moskoyê li firokeya xwe ya taybet da ji nûçegihanan ra gotibû ku Beşar Esed dikare di serdema veguhestina hêzê da rolê bilîze.
Erdoxan idia kir ku karê Tirkiyê bi pirsên navxweyî yên Sûriyê neketiye û got: Dijber naxwazin ku Beşar Esed li ser desthilatê bimîne.
Wîî ragihand ku du milyon sûrî li Tirkiyê dimînin û idia kir: Tirkiyê heya niha ji 7.5 milyard dolarî pirtir sa koçberan mesref kiriye.
Erdoxan sa pînekirina karê xwe hemberî qeyrana Sûriyê got: Tirkiye bo qeyrana Sûriyê bi Amerîka, Rûsya, Îran û welatên cûr bi cûr ên ewrûpî ra pêwendiya wê heye lê mixabin di vê riyê da tenê Erebistana Siûd û Qeter bi me ra hevrê bûne.