Îlon 25, 2015 20:47 Asia/Tehran
  • CHP: ''Pirsgirêka kurd bi çekan çareser nabe''

Serokê CHPê kemal Kiliçdaroglu got: Eva 30 sal in ku pirsgirêka kurd çareser nebûyê, vê pirsgirêkê hewaleyî leşkeran dikin û dibêjin aha çareser bikin.'

Li gorî nivîsîna malpera Sputnîkê, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku serdana çend welatên Ewropî kiriye, li Holandê li bajarê Amsterdamê di civîna Saziyên Civakî û Sivîl de daxuyanike çapemeniyê li dar xist û got, Eva 30 sal in ku pirsgirêka kurd çareser nebû, vê pirsgirêkê hewaleyî leşkeran dikin û dibêjin aha çareser bikin. Ev pirsgirêk, bi riya aqil, mentiq, wekhevî û bi lihevkirina civakî çareser dibe.'
Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ sebebe ku li van 30 salana pirsgirêka kurd çareser nebûye, siyasetmedar bi xwe in û van erka xwe bi cih neanîne. Di her merasîmekê ji bo cenazeyan de dayîk vê yekê dibêjin ‘bila ev xwîn bisek ne û dayîk negirîn.'