Du leşkerên tirk di encama pevçûna bi PKK'ê da hatin kuştin
Îlon 25, 2015 20:46 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê ji mirina du leşkerên tirk û 34 hêzên kurd li pevçûnên 24 saetên buhurî yên li başûrê rojhilata vî welatî agahî dan.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a Al- Alamê, fermandariya artêşa Tirkiyê îro îniyê li daxuyaniya ku li înternetê da weşand ragihand ku du çekdarên tirk li du êrişên cida ji hev ji aliyê endamên Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) va li nêzî bajaroka Beyt El- Şebabê li navçeya Şirnexê hatin kuştin.Di vê daxuyaniyê da hatiye: Êrişên hewayî yên ser pêgehên endamên PKK'ê li navçeyê bûne sedema mirina 34 hêzên çekdarê ên kurd.
Piştî derbasbûna du sal û nîvî ji dema agirbesê, pevçûnên di navbera artêşa tirkiyê û Partya Karkerên Kurdiatanê li dawiya meha Tîrmeha îsal, ji nû va dest pê bûn.
Bi vî awayî, gotûbêjên di navbera hikûmeta Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) û kurdan ku ji bo bi dawîanîna şerr û pevçûnên ku ji sala 1984'an va bûne sedema mirina 40 hezar kesî, hatin sekinandin.
Artêşa Tirkiyê di nêzî du mehên buhurî da, êrişên hewayî yên berfireh dijî pêgehên PKK'ê yên li bakûrê Iraqê pêk anîne.