Xwesteka Ehmed Dawûdoglû ji xelkê Tirkiyê
Îlon 25, 2015 20:11 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê, ji xelkê vî welatî xwest pişta sekinîna li hember terorîsmê bigirin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anaduloyiyê, Ehmed Dawûdoglû, serokwezîrê Tirkiyê, roja pêncşemiyê, li bajarê Amedê, li başûrê rojhilata Tirkiyê, herwiha got: Em tenê bi pêkhatina hevahengiyê li Tirkiyê dikarin ku terorîsmê têk bibin.Serokwezîrê Tirkiyê li ser pêwîstiya hebûna hevahengiya di navbera dewlet û xelkê sekinî û êrişa Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) ya vî welatî, newêrekane û nemêrxasane da zanînê.
Ehmed Dawûdoglû ku hertim siya giran ya Erdogan li ser serê wî ye îda kir ku êrişên terorîstî yên PKK'ê bi tenê wê bibin sedema nêzîkbûna xelkê li dewleta Tirkiyê û herwiha got: Serkirdeyên vê grûpê (PKK), terorîsmê baştir ji diyaloga azad a li parlimanê dizanin. Hikûmeta Tirkiyê û Erdogan serokomarê vî welatî li tîrmeha bihûrî bi êrişa berfire ser pgehên PKK'ê li Qendîlê ya bakûra Iraq agirbesta du salî ya di navbera vê grûpê û artêşa Tirkiyê têk birin, lê ew îdia dikin ku PKK ev agirbesta şikand.
Artêşa Tirkiyê û hêzên PKK'ê eva çend dehe ne ku bi hev re şerr dikin ku di encama van şer û pevçûnan zêde ji 40 hezar kesan li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.