Li Mînayê 4 welatiyên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî bêserûşûn in
Îlon 25, 2015 19:51 Asia/Tehran
Li gorî ragihandina rojnama Huriyetê rayedarên tirk dibêjin, duh di kombûna girseyî û izdihama heciyan li Minayê de ku derdora 1400 hecî jiyana xwe ji dest dan, 4 ji wan heciyên tirkiyeyî ne, tê gotin 18 heciyên Tirkiyê jî hîn bêserûşûn in, li vê bûyerê de 140 heciyên îranî jiyana xwe ji dest dane .
Hat destnîşankirin ku, di îzdihama li Mînaya ku 5 kîlomêtro li derveyî Mekkeya Erebistana Siûdî ye, 4 welatiyên Tirkiyeyê mirin û 18 ji wan jî windayîne.Li gorî daxuyaniya Navenda Îdarekirina Hecê ya Mekkeyê di îzdihama li Mînayê ku 5 kîlomêtran li derveyî Mekkeya ye li Recmkirina Şeytîn' de 4 welatiyên Tirkiyê mirin û 18 jî windayî ne. Heciyên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ji bajarê İzmîr, Sêwas, Samsun û ji Yozgatê ne.
Hat destnîşankirin ku piştî agahiyê bidin malabatan dê nasnameyan eşkere bikin.yedarên Diyanet ya Erebîstana Siûdî detnîşan kiribûn ku li Mînayê di îzdihamê da 753 kes mirine û 887 kes jî birîndar bûne. Lê li gorî zaniyariyên n derdiora 1400 kesan ji heciyan jiyana xwe ji dest dane û zêde ji du hezar kes jî birîndar in. Hejî gotinê ye li 11 Îlona îsal jî di encama ketina vînçê li Mescid ul-Heramê herî kêm107 kesan jiyana xwe ji dest dan û 238kes jî birndar bû.
Ev bûyerana li rewşekê diqewm in ku çend milyon kes ji her dereke cîhanê van rojana li Mekayê ne bona cihanîna merasim û ayînê heca wacib ya Temetu'.
Li vê navberê de Wezîrê Tendirustiyê yê Erebîstana Siûdî Xalid el-Fatih daxuyaniyek ecêb daye û gotiye: Sebebê vê felaketê Hecî bi xwe ne. Lê medya û derûdorên siyasî yên navçê û cîhanê sebebkarê sereke ya bûyer û sosretiya Mînayê hikûmeta Alê Siûd dizanin ku li bara ewlekariya Heciyan sistiyê dikin li Heca îsal du bûyerên dil tezîn qewmîn ku di encama wan bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn , Li salên berî viya jî bûyerên wiha li Heca wan salan qewmîn ku her car rayedarên siûdî sûç avêtine sikura heciyan bi xwe.