Demîrtaş: Pîrozgehên li Erebistanê milkê bavê siûdiyan nîne
Îlon 25, 2015 18:25 Asia/Tehran
Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan ya Tirkiyê (HDP) Selahedîn Demîrtaş li berteka derheq karesata Remî Cemeratê (keviravêtina li sembola şeytîn) got: cih û mekanên pîroz (pîrozge) milkê bavê siûdiyan nîne, belkî ew nirxên pîroz ên Îslamê ne û yên hemû misilmanên cîhanê.
Li gor rapora IRNA, Selahedîn Demîrtaş li hesabê xwe yê li Twitter'ê nivîsiye: Bûyera diltezîn a Remî Cemeratê, karesat û sosretiyek nebû, belkî ew tevkujî û qirkirineke mezin e û Tirkiye divê bi tundî vê kiryara siûdiyan şermezar bikin.Hevserokê HDP'ê anî ziman mal û daratiya ku li destê siûdiyan (malbata Alê Siûd) e nayê hejmartin û hed û hidûdeke xwe tine, lê li vê rewşê de bi çavê çavkaniyeke derhatê û tûrîzmê berê xwe didin deb û resm û ayînên Hecê. Demîrtaşher wiha got: Dîtin û fikrekî wiha bû sedema qetilamê (tevkujiyê) li Minayê.
Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan peywendiyên nêzîk ên partiya serdest a AKP'ê û rejîma Alê Siûd bi giranî rexne kir û got: Wan (serok û rêberên AKP) li Tirkiyê ji bo mirina şahê siûdî melik Evdillah tazîdarî û şîndariya gelêrî ragihandin, lê gelo niha piştî bûyera Minayê ew ji vî karê xwe şermê nakin?
Hejmarek ber bi çav ji medya û rojnamên Tirkiyê sosretiya li Minayê şermezar kirin û Alê Siûd sûçakarê sereke yê vê sosretiyê dan zanînê ji ber sistiya wan li warê ewlehiya heciyan heta Muhemed Gormez serokê saziya diyanetê ya Tirkiyê jî neçar ma ku siûdiyan ji ber sistiya li warê dabînkirina ewlekariya heciyan sûçkar bizane.
Di encama bûyera diltezîn ya duh li Minayê zêde ji hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û zêde ji du hezar kes jî birîndar bûn.