Îlon 25, 2015 17:35 Asia/Tehran
  • Leşkeran li Elkê 3 sivîl kuştin

Piştî bûyera ku du leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin, Hêzên Dewleta Tirkiyeê gundê Sertkarê ku li ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve ye dane ber topan.

Ajansa nûçeyan ya Spunîkê ya Rûsyayê ji zarê çavkaniyên xwecî li Kurdistana Tirkiyê ragihand, Şeva çûyî endamên PKKê li dijî Fermandariya Alaya Elkê êrîşa çekdarî pêk anîbûn û piştî êrişê leşkeran bi hawanê li derdorê top reşandin. Di encama topbaranê de 4 topên hawanê li gundê Sertkarê yê Elkê ketin û 3 kes ji xelkê yên endamên malbateke kurdan hatin kuştin.
Di topbaranê de 3 welatiyên bi navê Ehmed Temel, kurê wî Behcet û Alya Temel jiyana xwe ji dest dan. Di teqînê de Fevzi Temel û Hasan Temel jî bi giranî birîndar bûn. meytên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Kesen birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hejî gotinê ye ev êrişa hêzên hikûmeta Tirkiyê ser xelkê sivî yê gundî piştî vê yekê cih hat ku hêzên PKK'ê li navçeya Elkê ya Şirnexêî êrişî hêzên leşkeri kirin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 8 leşker û hêzekî xwecî yê alîkarê hêzên hikûmetê ku kurdên Tirkiyê pêre dibêjin cerdevan jî birîndar bûn.
Her wiha piştî vê êrişê hêzên hikûmetê îdiakirin ku piştî êrişê, bi balafirên bêpîlot û bi piştgiriya helîkopteran operasyonên berfireh tên kirin.