Îlon 25, 2015 16:35 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên hewayî yên Tirkiyê li Iraqê

Balafirên şêrr ên artêşa Tirkiyê careka din pêgehên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakûrê Iraqê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya malpera nûçeyan a World Bultan'ê, artêşa Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekî ragihand: Pêgeh û veşartgehên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), li êrişên balafirên şêrr ên vî welatî li bakûrê Iraqê ji nav çûn.
Artêşa Tirkiyê destnîşan kir: Li êrişên hewayî yên vî welatî li bakûrê Iraqê herwiha depoyên çek û teqemeniyên hêzên PKK'ê jî ketine ber êrişan.
Erkantiya artêşa Tirkiyê roja pêncşemiyê jî weşandina daxuyaniyekî ragihandibû ku pêgeh û veşartgehên grûpa PKK'ê li navçeya Daxlicaya parêzgeha Hekariyê ku ji berê va hatibû nasîn, li operasiyona hewayî ya artêşa Tirkiyê, ji nav çûn.
Pevçûnên di navbera PKK'ê û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, ji du mehan berî niha va ku artêşa Tirkiyê, pêgehên vê partiyê yên li Iraqê û hin beşên Tirkiyê da ber êrişan, girantir bûne.