Îlon 25, 2015 16:27 Asia/Tehran
  • Dewama pevçûnên di navbera PKK û çekdarên Tirkiyê

Ji ber pevçûnên bi çek û sîlahan ên li rojhilata Tirkiyê, 2 leşkerên vî welatî hatin kuştin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xihua'yê, di encama du êrişên cida ji hev ên hêzên Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) da li rojên pênşemî û îniyê li parêzgeha Şirnexê li rojhilata vî welatî û herwiha di encama pevçûnên piştî wê da jî, 34 endamên PKK'ê hatin kuştin.
Artêşa Tirkiyê ragihand di encama pevçûnên li parêzgeha Şirnexê da herwiha 9 çekdar jî birîndar bûne.
Artêşa tirkiyê destnîşan kir: Hêzên ewlehiyê yên vî welatî, piştî êrişên PKK'ê li parêzgeha Şirnexê, hatin alîkariya hêzên artêşê û endamên PKK'ê neçar kirin ku paşve bikêşin.
Berî niha jî li roja çarşemiyê jî 5 leşkerên Tirkiyê di encama êrişên endamên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) da, li rojhilata vî welatî birîndar bûn.
Ehmed Dawûdoglû, serokwezîrê Tirkiyê, roja pêncşemiyê, ji ber vê yekê ku civaka cîhanî bi Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) re wekî grûpa terorîst a DAIŞ'ê tev nager, rexne kir.
Artêşa Tirkiyê çend dehekan bi hêzên PKK'ê re şer kiriye.
Ev pevçûnana li meha Hezîranê û piştî agirbesa du salî ya di navbera her du aliyan, ji nû va dest pê bûn.