Tirkiyê dîsan pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê dan ber bombeyan
Îlon 19, 2015 18:17 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên hêza hewayî ya Tirkiyê devera Heftanîn li bakûra Irqê ku yek ji deverên herî girîng ên kombûna endam, cebilxane û amadekariyên hêzên partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ye, dan ber bombeyan.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA'yê, tê gotin k udi encama vê êrişê da herîkêm 55 endamên PKK'ê hatin kuştinê.Eva 75 roj in ku şerê di navbera PKK'ê û artşa Tirkiyê da piştî agirbesa 2 salî destpê bûye û di vê midehê Tirkiyê bi idiaya têkoşîna dijî têrorê bi caran hin deverên bakûra Iraqê dane ber bombeyan û idia dike ku deverên hanê warê kombûn, cebilxane û amadekariyên endamên PKK'ê ne û endamên PKK'ê ji deverên hanê derbasî axa Tirkiyê dibin û operasyonên têrorîstî pêk tînin. Di vî halî da dewleta navendiya Bexdayê nerazîbûna tund a xwe li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Iraqê nîşan daye.
Ajansa nûçan a Anatoliyê ya Tirkiyê îro j izarê çavkaniyên ewlehiya vî welatî ragihand ku ev operasyona roja sêşema buhurî pêk hatiye û agahiyên k ubi dû vê operasyona hewayî ji navçeyê gihetine, nîşan didin ku beşeke zef girîng a PKK'ê li vê deverê ji nav çûye.