AKP: PKK piştî çekdanînê jî nabe aliyê muzakireyê
Îlon 19, 2015 17:34 Asia/Tehran
Ji vir pê va heke PKK'ê viyana pêwîst ji bo çekdanînê ji xwe nîşan bide û çekên xwe dayîne jî, li pêvajoya muzakireyên aştiyê nabe aliyê muzakireyê.
Ajansa nûçan a Kurdpress'ê jiz arê rojnama Zaman çapa Tirkiyê ragihand ku Galib Ensarioglu, yek ji endamên girîng ên kurd ên civata navendiya Partiya Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP) li axivtinekê got: PKK'ê neçar ku li Tirkiyê çekan dayne. Ji vir şûn da heke PKK'ê viyana pêwîst j ibo çekdanînê ji xwe nîşan bide û çekên xwe dayne jî, li pêvajoya muzakireyên aştiyê nabe aliyê muzakireyê û hikûmet di rewşekî wiha da yê bi tena serê xwe muzakireyên aştiyê bidomîne.Wî li dewama qisekirina xwe got: Pêvajoya muzakireyên aştiyê tenê karî ku êrişên PKK'ê rawestîne û qonaxa bêpevçûntiyê pêk bîne. Biryar ku PKK'ê hêzên xwe ji sînorên Tirkiyê derxe, lê ev yeka nekir. Zêde ji 100 êrişên têrorîstî pêk hatin. PKK'ê rewşa abnoriya deverên kurdnişîn tûşî bi şûndemayîn û paşdaketinê kir. PKK'ê li navçeyên kurdnişîn hêzên ewlehiyê û polîs yên xwe bi cih kirin. Di pêvajoya muzakireyên aştiyê da dezgeh û navendên paralêl li hemberî sazî û dezgehên dewletê li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê ava kirin. Ev karana gişk berovajî pêvajoya muzakireyan û hegerek ji bo alozkirina pêvajoya muzakireyên aşûtiyê bûn.
Ensarioglu li dewama gotinên xwe desnîşan kir ku Evdile Ocalan serokê hepsî yê PKK'ê, li pêvajoya muakireyên aştiyê gotin û pêngavên rast gotin û rakirin û rola xwe li pêvajoya aştiyê baş lîst, lê ez bêdengiya wî li bara rewşa niha kêrhatî nanirxînim.
Vî endamê civata navendiya AKP'ê li bara pevçûnên di navbera kurdan û tirkan da jî got: Armanca van pevçûnan veguhestina şêrr nav bajêran û di navbera welatiyên Tirkiyê da ye ku bi vî awayî welatiyan li hemberî dewletê rakin ser piyan. Gelê rojhilata Tirkiyê bikin dijminê yê rojavaya û yê rojava jî bikin dijminê gelê rojhilata welêt. Êrişa welatiyên rojavaya Tirkiyê wek netewperestên tirk ser kurdên bê guneh ên vî welatî di rastiyê da xizmeta bo armancên PKK'ê ye.