Heft penabrên din jî li avên Tirkiyê xeniqîn
Îlon 19, 2015 16:58 Asia/Tehran
Ji ber algerîna qayîqeka penaberan li avên deraya Sipî 7 kes xeniqîn.
Li gorî malpera Modern Az'ê ş ji zarê medyayên Tirkiyê, îro şemiyê, piştî vê bûyerê, gemiyeka niftkêşê karî canên 102 penaberan rizgar bikin.Li gorî vê raporê, vê gemiya niftê li nava rê da peyama arîkariyê bo qayîqeka li ber xeniqînê wergirt û melevanên wê karîn 102 penaberan bifilitînin.
Li nava cangoriyan da zarokek jî hebû.
Awareyên sûrî ji riya deryaya Sipiyê va berê xwe didin Ewrûpayê û hin caranqayîq aldigerin û bûyerên wiha trajîk pêk tên.