Erdoganî gelê Tirkiyê vexwend ku li civîna şermezarkirina terorîzmê beşdar bibin
Îlon 19, 2015 12:41 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê gelê vî welatî vexwend ku li civîna şermezarkirina terorîzmê li Stembolê beşdar bibin.
Li gorî rapora malpera televîzyona TRT ev civîna roja yekşemê 20 Îlonê bi navê bi milyonan nefesên hevdeng li dijî terorîzmê li navça Yênîqapî ya Stembolê yê birêve here.Li gorî gotina Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê, ji partiyên dijber jî hatiye xwestin ku li vê civînê beşdar bibin lê wan jî ev vexwendina wî nebersivandine.