Wezîrê Tirkiyê yê karên derve ser çêbûna devera firrînl ê qedexe pêgirî kir
Îlon 19, 2015 11:54 Asia/Tehran
Wezîrê Tirkiyê yê karên derve got: Çêkirina devera firrîn lê qedexe li Sûriyê gerek e.
Li gorî malpera rojnameya Milliyetê ya Tirkiyê, Firîdûn Sinirlîoxlû piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Lûkzambûrgê, ji nûçegihanan ra got ku çêkirina devera firrîn lê qedexe yan tampon tenha rê ye ku dikare riya revîna gelê Sûriyê ji welatê xwe bigire.Wezîrê Tirkiyê yê karên derve ragihand ku pirsa penaberan tu caran di dîrokê da ew qasî mezin nebûye û got: Hejmara penaberan li cîhanê 70 miylon e û ev sa civaka cîhanî pirseka mezin a aborî ye.
Snirlîoxlû li bara penaberên sûrî jî got: Tirkiye amade bi Yekîtiya Ewrûpayê a hevkariyê bike lê tiştê herî sereke ew e ku qeyrana Sûriyê kuta bibe.
Wî got: Bêyî kutakirina qeyrana Sûriyê û şerrê navxweyî, pirsa penaberan çareser nabe.