Tirkiye pasaportan dide DAIŞê'
Îlon 18, 2015 21:18 Asia/Tehran
Hat îdiakirin ku çeteyên DAIŞê ji bo tevlî koçberan bibin û herin Ewropayê ji Tirkiyê pasaportên sextê yê Sûriyê werdigirin.
Li gorî nûçeya rojnama Daily Mail a Îngilistanê, çeteyên DAIŞê bi 2 hezar dolarî li Tirkiyê pasapor û nasnameyên sextê yên Sûriyê didin çêkirin.Nûçegihanê Daily Mailê Nick Fagge ku çûbû deverên kurdan ên li Tirkiyê got, di şer û pevçûnan de pasaportên vala hatibûn dîtin û ew pasaport ji bo belgeyên sexte tê bikaranîn.
Di rapora Nick Fagge de hat gotin, nasname û belgeyên tên amadekirin; qabulkirina penaberiya ji aliyê Ewropayê ve hêsantir dikin û ji ber vê yekê ji bilî komên cihadî hinek alî din jî ew rê ji xwe re bijartine.
Fagge wiha got: "Kesekî pasaportên sextê difirot, bi zêde firotina pasaportan bo DAIŞê pesnê xwe dida. DAIŞî xwe di nav koçberan de vedişirin û dixwazin herin welatên Ewropayê."
Di nûçeyê de bi hêceta ‘ewlehiyê', pasaportên sextê li kijan bajarê Tirkiyê tên radestkirin ne hatiye diyarkirin.