Komîsyona YE, derbarê azadiya ragehandinê de Tirkiye rexne kir
Îlon 18, 2015 20:12 Asia/Tehran
Komîsyona Yekitiya Ewropayê ji ber helwesta li hember medyayê û rojnamevan, bi zimanek tund rexne li Tirkiyê girt û diyar kir ku lêpirsîna li dijî rojnamevanan cihê nîgeraniyê ye.
Komisyona Yekitiya Ewropayê, derbarê operasyonên li dijî medya û ragehandinê ya li Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.Komîsyonê lêpirsîna li dijî Ajansa Dogan jî weke xeleka dawî ya binpêkirina azadiya ragehandinê binav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya niha jî gelek caran Tirkiye di van mijaran de hatiye rexnekirin û divê serdestiya hiqûqî, mafê azadiya bîr û raman û herwiha ragehandina azad bê parastin.
Ji aliyê din ve 11'emîn serokomarê Tirkiyê Abdullah Gûl jî beşdarê bernameya televîzyonekê bû û daxuyand ku ew ji ber zextên li ser ragehandin û rojnamevanan, xemgîn dibe. Gûl got, tiştên wiha zirar didin Tirkiyê.
Li Tirkiyê di dema dawî de li dijî rojnameya Zaman û televizyona Samanyolu operasyon hatine kirin. Herwiha bi tometa propagandaya terorê kirine li dijî rojnamevanên navdar Cûneyt Ozdemîr, Hasan Cemal û Ertogrûl Ozkok lêpirsîn hate destpêkirin.