Îlon 18, 2015 18:38 Asia/Tehran
  • Abdullah Gul:

Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul ragihand ku ji bo vegerandina îstiqrar û ewlehiya gelê vî welatî amade ye vegere nav siyasetê.

11emîn Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul beşdarî bernameya NTVyê bû û pirsên rojnamevan Murat Yetkin, Alî Bayramoglu û Ayşe Bohurler bersivand. Wî li vê hevpeyvînê de li bara rewşa ewlehiyê û pêşeroja Tirkiyê hişyarî da û desnîşan kir ku hikûmeta Enqerê dewsa jinavbirina sedem û hegerên lawazkirina welêt divê li fikra pêşketina welêt li warê aborî bibe. Gul li vî warî de got: Heke Enqere ti karekê ji bo îstiqrara welêt neke û pê‏ketina welêt bi cih de bimîne , wê Tirkiye ji nav lîsteya welatên senetî yên pê‏ketî derkeve.
Wî her wiha desnî‏an kir ku ji Tirkiyê re îmkana xwe heye li warê aborî de pêşbikeve, lê bi ‏şertê ku neyarî û dijberî li vî welatî de nemîne û rewşa niha ji nav here da ku welatên erebî û rojavayê li vir sermaya xwe bidin xebitandin.
Abdullah Gul her wiha li bara nakokî û aloziyên li deverên kurdan yên Tirkiyê jî got: "Di dema ku têkoşîn li hemberî terorê tê kirin de eger kurd were rencîdekirin û ayîdbûna wan a bi dewletê ve were lawaz kirin ew yek dê ji bo Tirkiyê bibe xeter û taluke. Divê gel ji Tirkiyê neyê dûrxistin. Hemû kes hemwelatiyên Tirkiyê yên wekhev in."
Gul anî ziman, li gorî wî îro şaş û ne baş e kurd di bin partiyekê tenê de kom bibin û wiha domand: "Ma rêxistina teror ferq nake çi dike, çawa tê bikar anîn û ji aliyê kê ve tê motîve kirin? Derbarê van de gelekî pirsê werin kirin."
Serokomarê berê yê Tirkiyê ameje kir ku malbatên kurd û tirk ji şer û pevçûnan zerarê dibînin û wiha gotina xwe domand: "Hinek caran hin kiryar û gotinên şaş bêhemdê mirov dibin sedema hinek rûdanên din. Ez di dema hikûmetê de bûm û serokomar jî min digot çi ji bo bihêzkirina girêdana bi dewletê ve pêwîst be divê were bicihkirin."