Îlon 18, 2015 15:57 Asia/Tehran
  • Nameya Kurdan ji Serokê Amerîkayê û rayedarên din yên vî welatî re

Komeleya Kurd û Amerîkiyan (KKA) ji Serokê Amerîka Barak obama xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê têkeve navberê.

Ajansa Sputnîkê ragihandiye: Nameya ku ji aliyê rêvebir û endamên KKAyê ji bo Obama hat şandin de behsa pirsgirêka kurdan û şer û pevçûnên piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, qala her diçe şer gûrdibe û hêviyên aştiyê kêmdibin kirin.
Di nameye de, piştî ketina HDPê nav parlamanê em li benda pêvajoya aştiyê ku bê xurtkirin, bûn, berevajî wê pevçûn gûr bû û hêviyên me şikandin. Di demên dawîn de kuştina gerila, leşker û polîsan zêde bûye û bal kişand ser kuştiyên sivîl û em bifikar in ku kriz zêde bibe.
KKAyê di nameya xwe de bal kişand ser kuştiyên Cizîrê, ‘piştî ku dewletê qedexeya derketina ji malan îlan kir di nava hefteyekê de zêde ji 20 sivîl hatin kuştin. Malbatekê Cizîrî, keça xwe ya kuştî ji bo laşe wê bêhn nekevê û genî nebe çend roja xistibû sarincokê. Em wekî komeleyek kurd bifikar in ku kriz zêde û giran bibe.'
Her wiha di nameyê de behsa êrişên ser kurdan kir, ‘kurdên ku li bajar û metrepolên Tirkiyê dijîn rastî êrişan hatine û hin ji wan hatine lînçkirin û êdî kurd hew dikarin seyehetî bajarên Tirkiyê bikin. Hêdî hêdî Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve diçe û ev yek pir bi xeter e.'
KKAyê di heman deme de ev name ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, Komîteya Senatoya Amerikayê ya Tekiliyên Derve, Sekreterê NY Ban Kî-moon û ji Komiteya Têkiliyên Derve ya YEyê re şandiye.
Hejî gotinê ye ji bilî şerê giran di navbera gerîlayên PKK û hêzên hikûmeta Tirkiyê û rewşa awarte li gelek navçe û bajarên kurdan, li bajarên tirkan bi taybetî li metropolan nijadperêstên Tirk ku hikûmet û hin grûpên siyasî ji bo berjiwendiyên xwe wan pîj dikin êrişî ser kurdan dikin û bi kut û lêdan wan birîndar dikin û îhanetê li wan dike çawa ku vê dawiyê nijadperestên tirk li zarokê 11 salî yê Kurd xistin û ala Tirkiyê lê pêçandin û Di rojên bihurî de ji ber ku Kurdekî kincên Kurdî li xwe kiribûn lêdan xwar û peykerê Ataturk pê dane maçkirin.