Erdoxan: Em ê li rex DAIŞ'ê bi PYD'ê ra jî şêrr bikin, PKK'ê gefa derece yek dijî Tirkiyê ye
Îlon 07, 2015 20:08 Asia/Tehran
Gefa derece yek ji bo me PKK'ê ye. Tirkiye tenê bi DAIŞ'ê ra şêrr nake, li rex wê bi Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD), Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Bereya Inqilabiya Azadiya Gel (DHKP-C) re jî şêrr dike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê CNNTURK'ê, Receb teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê li gotûbêja tev CNN Internationalê, alûgurên vê dawiyê nirxandin û gotinên girîng di vî warî da hilêxistin.Wî di vê gotûbêjê da bal kişande ser têkoşîna Tirkiyê li hemberî têrorîsmê û got: Gefa derece yek ji bo me PKK'ê ye. Tirkiye tenê bi DAIŞ'ê ra şêrr nake, li rex wê bi Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD), Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Bereya Inqilabiya Azadiya Gel (DHKP-C) re jî şêrr dike. Welatên rojavayî herti di vê têkoşînê da em tenê hîştine, lê têkoşîna me li hemberî DAIŞ'ê yê berdewam be.
Wî li dewama gotinên xwe desnîşan kir: Gefa dereceyek dijî me PKK'ê ye. DAIŞ ji ber ku li dervayî sînorên Tirkiyê ye, ji bo Tirkiyê gefa derece 2 tê hesêb. Me li şerê dijî PKK'ê heta niha 50 hezar kuştî dane. Em neçar in heta dawiyê bi PKK'ê ra şêrr bikin û em nikarin j ivê riyê bizvirin. Yekîtiya Ewropayê mixabin tevî ku PKK'ê wek komek têrorîst nas dike, hertim çavê xwe ser kiryarên vê koma têrorîst da girêdaye.
Serokomarê Tirkiyê li dawiyê got: Daxwaza damezirandina navçeya ewlehe li nav Sûriyê bi tu awayî bo me nayê wateya girtina pêşiya pêkhatina sîstema rêvebirina bakûra Sûriyê bi destê kurdan.