Girtina komeke terorîst a têkildarî rejîma Israyîlê li Kerbelayê
Tebax 08, 2025 19:06 Asia/Tehran
Rayedarên xwecî li parêzgeha Kerbelayê ragihandin ku 22 terorîstên daiş`î ku têkilî bi Rejîma Sîyonîst ra hebûn, girtine.
Ew koma terorîst ji 22 kesên tekfîrî ku bi Rejîma Sîyonîst ra têkilî hebûn, li Iraqê hatin girtin.
Yekîneya Şahîn a Dezgeha Istixbarata Iraqê operayona girtina wan 22 terorîstana li dar xistîye.Terorîstên daiş`î ku bi Rejîma Sîyonîst ra têkilî hebûn, dil hebûn bombeyan li ser rêya Necef- Kerbelayê danin û jehrê berdin xwareka zîyaretkerên ku bi merema beşdarbûna di merasima çillê Imam Hisên (S) da ber bi şarê Kerbelayê va diçin.
Berî vîya jî hin nirxandin û texmîn têkildarî ihtimala hewla Rejîma Sîyonîst ji bo têkdan û xirabkarîya di merasima erbeîna îsal da hatin weşandin.