Peyama Serokomarê Îranê ya bi boneya Roja Nûçegîhanan
Tebax 08, 2025 21:06 Asia/Tehran
Serokomarê Îranê di peyameke bi boneya Roja Nûçegîhanan da got: Nûçegîhan fermandeyê rêza pêşîn a berevanîya ji rastîyê ye.
Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê got: Welatê me roja îro zêdetir ji her demî hewcedarê gotina zelal a rast, berxwedan u mayîna birûmet û berevanîya mayinde û berdewam e.
Wî herwiha got: Berevanîya ji Îranê ne tenê li meydana şêrr belkî carina bi serdêreke durist, raporeke deqîq an rawestana himber xalifandina rastîyê û bêhêvîkirina gel e jî.
Pêzêşkîyan herwiha got: Ez wek serokomar bi şanazîyê Roja Nûçegîhanan li hemî têkoşerên warê nûçe, rapor, nirxandin û ragihandinê pîroz dikim.