Li alûgorên navçê da eva Tirkiye ye ku ditorîne
Îlon 07, 2015 17:23 Asia/Tehran
Hikûmeta Tirkiyê ya AKP bi bikarranîna siyasetên nedirust û şaş li gor bawera karzanên siyasî û partiyên dijber vê hikûmetê li guhertin û alûgorên navçê torandiyê sereke tê hisab.
Rojnama Jaamê Jam li jimara xwe ya îro duşemê ragihandiye ku , Zêdebûna êriş û cinayetên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê li navçê û bitaybet li Sûriyê bûye sebeb ku hikûmeta AKP bikeve ber rexneyên zav.Ji ber ku ev hikûmeta pişgirekî sereke yê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bûû ji her babetê alîkariya van terorîstan dikin.Li vê gotarnivîsa rojnama Jaamê Jam hatiye, Piraniya karzanên siyasî bawerin ku eger hikûmeta Tirkiyê piştgîrî ji grûpa zterorîstî ya DAIŞ'ê nedikir, hewldanên vê grûpê ewqas dom nedikir û ji viya zêdetir nedikarî li navçê da cinayetên xwe berdewam bike.
Rojnama Jaamê Jam herwiha nivîsî ye , xemsariya hikûmeta AKP li babeta kuntirolkirina hat-çûna endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ya DAIŞ'ê li van mehên bihurî rastî rexneyên zav hatiye û yên rexnekir dibêjin hîn jî endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bi hêsanî jinav Tirkiyê derbasê Sûriyê dibin û hikûmeta Tirkiyê herçend ku ji rûva îdia dike li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ye û tevlî hevpeymaniya navdewletî ya li dij vê grûpê bûye, lê dîs bi dizîve çek û sîlahan ji vê grûpê ra diçîne û alîkariya wê dike.